Fotograf: Medya Civakî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Malala Maîwand, rojnamegera Afganî di wesayîta xwe de rastî êrişekî çekdarî hatiye û miriye. Her weha di encama êrişê de ajovanê wesayîtê jî miriye.
Li gorî nûçeya BBCyê êrişa ku vê sibê li bajarê Celalabadê pêk hatiye heta niha kesî negirtiye ser xwe. Ayetûllah Hocîyanî, Berdevkê Walîtiya Bajêr diyar kiriye ku êrişkarên gule bera Maîwandê dane reviyane. Maîwandê bêjeriya Radyo û Televîzyona Enîkass û bernameyekî gengeşiyê dikir.
Maîwandê aktîvîsteke civaka sivîl bû û pêştir jî qala zihmetiyên ku rojnamegerên jin li wî welatî rûbirû dimînin kiribû.
RSF: Divê lêpirsînekî zelal bi lez were vekirin
RSFyê derbarê kuştina Maîwandê de li ser hesabê xwe yê medya civakî de weha gotiye:
“Malalai Maiwand, nûçegîhana EnekaasTVyê û endama(@CPAWJ1) Navenda Parastinê ya Rojnamegerên Jin yên Afgan ji aliyê kesên bi çek ve hatiye kuştin. Divê lêpirsînekî zelal bi lez were vekirin.”(EMK/AY)