Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Akademîsyen, nivîskar, parêzer, doktor jî di nav de 805 hemwelatiyan ji bo 10ê Kanûna Pêşiyê Roja Mafên Mirovan daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Di daxuyaniyê de gotine: ““Em jiyaneke birûmet, aram û biewle daxwaz dikin. Em li bendê ne ku mixalefeta demokratîk ji bo vî tiştî tiştê dikeve ser mile xwe pêk bîne.”
805 hemwelatiyan diyar kiriye ku şewba koronavîrusê krîza ekonomîk, siyasî û civakî kûrtir kiriye û wiha pê de çûne: “Ji bo em bigihên jiyana mirovî ya mafê me ye û me bêriya wê kiriye, hewcedarî bi fikrandineke nû ya civakî û guhertina bîrê ya mayînde heye.”
Di daxuyaniyê de her weha wiha gotine: “Her roj zelaltir xuya dibe ku rejîma yekmirovî nikare vî tiştî bike, nikare çîrokeke nû binivîse û nikare welêt ji vê têkçûnê rizgar bike ku vê rejîmê bixwe ber bi têkçûnê biriye.” (TP/FD)