Fotograf: AM
Endama PENa Kurd nivîskar Gulgeş Deryaspî di sala 2019an de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin û 8 mehan di girtîgehê de mabû. Duh danişîna biryargirtinê li 2em Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê hatiye lidarxistin. Deryaspî û parêzerê wê Bûrhan Aksoy tevli danişînê bûne.
Di danişînê de dozger biryara xwe eşkere kiriye û xwestiye nivîskar Deryaspî bi îdiaya “endama rêxistinê ye” bi cezayê hepsê were cezakirin.
Heyeta dadgehê jî daxwaza dozger pejirandiye û bi heman îdiayê 6 sal û 3 meh ceza lê birîye.
8 mehan di girtîgehê de mabû
Wêneyên beşdariya meş û xwepêşandanên demokratîk wek delîl hatibû nîşandan û Deryaspî bi îdiaya “Endama rêxistinê ye” di 25ê Tîrmeha 2019an de hatibû girtin û di 30ê Adara 2020an de ji Girtîgeha Bedlîsê ya Tîpa Eyê hatibû berdan.
Derbarê Gulgeş Deryaspîyê de
Gulgeş Deryaspî li sala 1978an li gundê Ximêçûrê ku girêdayê bajara Bedlîsê ye hatiye dinê. Di sala 1983an da bavê wî sirgûnî gundeki bajara Erziromê bûye. Di sala 1994an de bi malbatî çûne navçeya Bedlîsê ya Tetwanê, 1996an de zewicî ye û dayika sê zarokan e. Bi navê “Tariya Bi Tav, “Xezal” û “Ez Ne Ez İm” romanên wê hene. Gelek salan di saziya KURDÎ-DERê ya ku bi KHKê hatibû girtin rêveberî û mamostetiya dersa zimanê kurdî kiriye. 2014an de di rêveberiya Komeleya Nivîskarên Kurd de cih girtiye. Li Zanîngeha Mûşê ya Alparslanê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî û Formasyona Pedogojîk xwendiye.(AY)