Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Polîsan carekê din jinên trans yên ku li Kolana Bayram a Stenbolê niştecînin, desteser kirine. Polîsan di 9ê Çiriya Paşiyê de gotibûn tedbîrên koronayê û 18 jinên trans desteser kiribûn. Polîsan îro jî 9 jinên trans li malên wan desteser kirine.
Li gorî nûçeya Yildiz Tartê ya li Kaos GLyê, polîsan jinên ku desteser kirine bi mebesta ku zanyariyên wan birine Fermandariya Navendî ya Polîsan a Taksîmê. Piştî ku îfadeyê jinan girtine serbest berdane. Polîsan li çûn û hatina Kolana Bayramê bandên li ser “ketina kolanê qedexeye” hatiye nivîsandin, daliqandine. Polîsan ji parêzerê jinan Levent Pîşkîn re gotine “wê sibê malên wan were mohrkirin.” 9 jin di nava pandemiyê de bê mal hatine hîştin.
Di mehekê de cara duyeme tên desteserkirin
Polîsan di saetên şeva 9ê Çiriya Paşiyê de 18 jinên trans li malên wan yên li Kolana Bayrama Beyoglûya Stenbolê desteser kiribûn. Polis dema jinan desteser dikin “tedbîrên koronayê” weke sedem nîşan dabûn. Di girteya cîhê bûyerê de jî tiştek weke tedbîrên koronayê nebûye.
Jinên ku hatibûn desteserkirin di saetên sibê de piştî ku îfadeyên wan girtine serbest mabûn. Jinên ku ji bo agahiyên wan bigirin hatibûn desteserkirin di pandemiyê de bi saetan di odeyekê piçûk de bi hev re hatibûn hîştin. (AY)