Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzeran li Stenbol, Îzmîr û Mêrsînê Tahîr Elçî, Serokê Baroya Amedê yê pênc sal berê hatibû qetilkirin bibîr anîne.
Endamên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) li var her sê bajaran bernameya bîranînê pêk anîne û pankartên “Em te ji bîr nakin”, “Ji dewleta polîsan re na” û “Tahîr Elçî nemir e” vegirtine.
Bernameya yadkirinê ya li Stenbolê li ber Edliyeya Bakirkoyê pêk hatiye. Hiqûqnasan liv ir sloganên “Em hemû Tahîr Elçî ne, em bi mirinê naqedin” bilind kirine.
Arzû Eylem Kayaoglû, Hevseroka OHDya Stenbolê daxuyaniya hevpar xwendiye û gotiye: “Ew kesên dibêjin qey wê bi kuştin, hêsîrgirtin û cezakirina bi dehan salan dahatûya ronî ya vî welatî reş û tarî bikin bila bizanibin, li wî welatê hûn bi panzêran dikevin malên wan û zarokan dikujin, li Çanakkale û Balikesîra ku hûn daristanan talan dikin û pêşkêşî giregiran dikin, li Ege û Ermeneka ku hûn li madenan qetil dikin û tezmînatên wan nadin, li Behra Reş, Êlih, Îdir, Colemêrg, Stenbol û Edîrneya ku hûn çem û robarên wan talan dikin, Tahîr Elçiyên nû mezin dibin.”
“Wê kew bibin rêhevalên me”
Li Îzmîr jî parêzeran wiha gotiye: “Minareya Çarling bi sedan salan e ji kevnariya erdnîgariyê şahidiyê li dîrok û rastiyê dike. Di vê şahidiyê de çîroka kekê me Tahîr Elçiyî, li ser pere kewekê hatiye nivîsîn. Wê kew her rêhevalên me bin, wê her tim rêya me ronî bikin.”
“Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin”
Li Mêrsînê jî parêzer li ber Edliyeya Mêrsînê hatine ba hev û wiha gotiye: “Bi zêdekirinên di têkoşîna mafên mirovan de, têkoşîna wî û baweriya wî ya bi aştiyê wê roniyê bide rêya me. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin.” (DŞ/FD)