Fotograf: Ajansa Mezopotamya
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Suleyman Soylû, Wezîrê Karûbarên Navxweyî li Komisyona Plan û Butçeyê ya Meclîsê pirsa derbarê Osman Şîbanî de bersivandiye.
Soyluyî gotiye ku “hê lêpirsîna îdiayan dewam dike.”
Cendermeyan di Îlona 2020an de li Şax, navçeya Wanê Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî desteser kiribûn. Piştî bi çend rojan Şîban û Tûrgût li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê hatibûn dîtin. Ajansa Mezopotamyayê di 11ê Îlonê de ragihandibû ku Şîban û Tûrgût ji helîkoptera leşkerî hatine avêtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê Soyluyî wiha gotiye: “Kurd û Elewî hîmên esasî yên vî welatî te.
“Mîhralî Yilmaz, berpirsê Kato Jirkayê li wir e. Cih Şax e. Yên me şopandine. Ev der mala Osman Şîbanî. Dema vir dişopînin 3 kes tên mala Osman Şîbanî. Mîhralî Yilmaz, heta wê gavê berpirsê Kato Jirkayê. Paşê dîmenên SIHAyan ên derbarê mala Osman Şîbayî hene. Dîmenên ketina mala Osman Şîbanî ya 3 terorîstan. Em liv û tevgera li mala Şîbanî dişopînin. Osman Şîbanê ku ji dozgerî re gotiye ‘ez ne misaît im’ milîstiyê ji terorîstî re dike.”(EMK/FD)