Fotograf: Ajansa Mezopotamyayê
Feleknas Ûca, Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Êlihê, bi sedan jinên ku li Efrinê ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyeyê ve hatine revandin ji Mevlût Çavûşoglû, Wezîrê Karên Derve pirsî ye.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Ucayê di pirsnameya xwe de bal kişandiye ser raporên rêxistinên mafên mirovan ên wekî Komîsyona Lêkolîna Serbixwe ya Navneteweyî û Rêxistina Efûyê û wiha gotiye:
Komên çekdar îşkence li jinên ku revandine kirine
"Ji 18ê Adara 2018an heta niha komên di bin navê Artêşa Mîllî ya Suriye (SMO) de kom bûne û girêdayî Tirkiyeyê ne, li ser gelê Erfrînê zilmek pir mezan meşandin. Di vê pêvajoyê de bi sedan jin revandin. Hêj aqûbeta van jinan nediyar e. Rêxistinên mafên mirovan di nava 2019an de rapor aşkere kirine û diyar kirine ku 506 kes bi awayekî keyfî hatine girtin. Dîsa di sala 2020an de jî van komên çekdar mirov û jin revandine. Komên çekdar îşkence li jinên ku revandine kirine. Pere ji wan stendine. Li hemberî pere û mal serbest hatine berdan."
Ucayê ev pirsana ji Wezîr Çavuşoglûyî ji bo bibersivîne pirsiye:
*Ji Adara 2018an heta niha çend sivîl li Efrinê hatine revandin û winda kirin? Çend ji wan jin û zarok in? Jinên ku ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hatin revandin aqûbeta wan çiye?
*Tu polîtîkayên we yên li dijî revandina jinên Efrinê û cezakirina van kesên direvînin heye? Li dijî talankirin, wêrankirin û îşkenceya li mirovên Efrînê tê kirin tu xebatên we hene?
*Ji bo jin û keçên ku Artêşa Mîllî ya Sûriyeyê revandine dîsa radestî malbatên wan bên kirin tu xebatên we hene?
*Der barê van komên ku 2 sal in mafên mirovan binpê dikin de tu xebatên we hene?
*Komên çekdar ku Tirkiye piştgiriyê dide wan, li Efrînê aşkere mafên mirovan binpê dikin. Derbarê van kesan de tu xebatên qanûnî û hiqûqî heye? Ger ku nehatibe kirin çima? Dê tu lêpirsîn û darizandin bê kirin ya na? (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê