Fotograf: AA
Li Stenbolê polîsan li 15 navçeyan bi ser 28 malan de girtine û rojnameger Davut Uçar û Kesire Onel jî di nav de gelek kes desteser kirine.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di encama serdegirtinan de heta niha 19 kes hatine desteserkirin û yek ji wan jî Cihan Yavuz, Alîkarê Şaredarê Şişliyê ye jî hatiye desteserkirin.
Ajansê diyar kiriye ku Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsînnameyek derbarê “PKK/KCK”yê de amade kiriye û ji bo 25 kesan biryara desteserkirinê daye.
Ajansa Mezopotamyayê jî ragihandiye ku rojnameger Davut Uçar û Kesire Onel jî kesên hatine desteserkirin.
Li gorî MAyê kesên ku hatine desteserkirin ev in:
Alîkarê Şaredarê Şîşliyê Cîhan Yavûz, endama Meclîsa Gelan û Baweriyan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, rojnamevan Davût Ûçar û Kesîre Onel, endamê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbat û Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anadolûyê (ANYAKAY-DER) Alaattîn Altintaş, Hevseroka Partiya Demor HDPê ya Navçeya Uskudarê ya berê Erşan Ongulu, Mehmet Karadag, Muhsîn Demîr, Hevserokê Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) Husnu Taş û rêveberên komeleyê Muhlîs Bozdemîr, Nazim Adiguzel, Yusuf Çelîk, Emîne Kaya. (FD)