Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ku Serdozgeriya Komarî ya Amedê birêve dibe, polîsan bi ser malên parêzeran de girtine.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Bunyamîn Şeker, Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz(OHD) jî di nav de 17 parêzer piştî lêgerînên di malan de hatine desteserkirin. Polîsan di serdegirtinên malan de dest danîne ser kompîter, pirtûk û gelek materyalên dijital ên parêzeran.
Hatiye diyarkirin kesên hatine desteserkirin birine Şaxa TEMê ya Rêvebiriya Emnîyeta Amedê.
Navên parêzerên ku hatine desteserkirin wiha ne: “Bunyemîn Şeker, Abdulkadir Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, İmran Gokdere, Diyar Çetedir, Serdar Ozer, Feride Laçin, Gevriye Atli, Resul Tamur, Cemile Turhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrim Bariş Baran, Neşet Girasun, Sedat Aydin, Şivan Cemil Ozen û Haknaz Sadak.”(TP/AY)