Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Wezareta Berevaniya Netewî aşkere kiriye ku li Heftanîna Herêma Kurdistanê, di dema operasyonê de wesayisete leşkeri qeza kiriye. Di encama qezayê de 2 leşker mirine, leşkerek jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadoluyê, Wezaretê di daxuyaniya xwe de diyar kiriye ku 18ê Çiriya Paşiyê ya 2020an li Heftanînê wesayiteke leşkeri qeza kiriye. Leşkerek li wir miriye û du leşker jî birîndar bûne. Leşker birine nexweşxaneyê lê li gel hemû midaxeleyan leşkerekî din jî miriye.
Di 17ê Hezîranê de operasyonê destpê kiriye
Hêzên Leşkerî yên Tirkan (TSK) aşkere kiribû ku wan di 17ê Hezîranê de deste sibehê li Herêma Kurdistanê dest bi operasyoneke bi navê “Pençik-Piling” kiriye.
Di dema operasyonê de li gorî daxuyaniya Wezaretê, Omer Kahya roja 19ê Hezîranê, Yunus Gul 26ê Hezîranê, Ertugrul Kose 21ê Hezîranê, Harun Aslan û Gokhan Kiliç 18ê Îlonê, Serdar Temellî jî 29ê Îlonê mirine. (TP/FD)