Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Mêrdînê aşkere kiriye ku li hemû bajêr, heta mehekê hemû çalakî û bername hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de balkişandiye ser rewşa belavbûna Covid-19ê û biryarên Wezareta Karûbarên Navxweyî yên derbarê betalkirin an jî taloqkirina bername û çalakiyan. Walîtiye wiha gotiye:
“Li gor xala 11em a Qanûna Birêvebirina Bajaran a hejmar 5442yê û Qanûna Meşên Xwenîşandanê û Civînan a hejmar 2911ê, di nava sîronên bajarê me de her cure civînên li cihên sergirtî û servekirî, meşên xwenîşandanê, daxuyaniyên çapemeniyê, vekirina kon û standan, çalakiyên rûniştinê, merasîmên yadkirinê, şahî, konser, lîstik, nîşandan û bername û çalakiyên weke van, bi şertê ku beriya pêkanîna wan bi 48 saetan Rêveberên Herêmî werin agahdarkirin (cihê bernameyê, dema wê, saetên destpêk û qedandina wê, zanyariyên derbarê bernameyê de û dokumanên din ên rêveberiyê dawxaz kirine), hemû civîn û bername ji 13.11.2020 saet ji 00.01ê heta 12.12.2020 saet 24.00ê ji bo 30 rojan wê bi destûra rêveberiya herêmî pêk werin.”
Walîtî ji Tebaxa 2019an û vir ve li bajêr hemû çalakî û bernameyan qedexe dike. (EMK/FD)