Fotograf: Pixabay
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala Girtîgehan de (CISST), rapora xwe ya 2019an weşand ku behsa rewşa girtigehan û rewşa girtîyên pêdivîyên wan ên taybet hene dike.
Komeleyê, rapor bi piştgiriya fona Balyozxaneya Hollandayê amade kiriye. Rapor derheqê pêvajoya sala 2019an de agahîyan dide.
Girtîyên ku rewş û pêdivîyên wan ên taybet hene
Di raporê de pirsgirêk û binpêkirinên li girtîgehan li bin du beşan hatine vegotin.
Di beşa yekem de, rewşa giştî ya di derbarê girtîgehan de, qadên ku binpêkirinên mafan lê zêde ne û di rejîma darvekirinê de xalên werçerxa dîrokî têne rave kirin.
Beşa duyem a raporê jî bi taybet ji bo lêkolîn û xebatên tematik yên pirsgirêkên zarok, jin, xwendekar, kesên astengdar, LGBTİ+, biyanî û kesên cezayê muebbetê standine hatiye veqetandin. CISSTê di sala 2012an de bi projeya bi navê ‘’Girtîyên Pêdivîyên wan ên Taybet Hene’’ dest bi van xebatan kiriye. (AS/VU/FD)