Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi rapora Tiba Edlî hatiye pesendkirin ku Kader Ortakaya bi çekan hatiye kuştin. Kaderkaya dema dixwest biçe Kobaniyê li ser sînor hatibû kuştin.
Nêrîna Lijneya Pisporan a Tiba Edlî pêşkêşî Serdozgeriya Komarî ya Pirsûsê kirine.
Parêzer Muslum Baranî ji bianetê re got piştî vê raporê wan daxwazname daye dozgeriyê û xwestiye lêpirsîn berfirehtir bibe, îfadeya leşkeran bistînin lê ti tiştek nekirine, îfadeya leşkeran jî nehatiye standin.
Baranî diyar kir ku ji ber lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û ji bo bêhiqûqiya di dosyayê de derkevin holê wan serî li Dadgeha Destûrî daye.
Fermandariya leşkerî gotibû “me gule bera nedan”
Kader Ortakaya, xwendekara lisansa bilind a Zanîngeha Marmarayê ya 28 salî di 6ê Çiriya Paşiyê ya 2014an de hatibû kuştin.
Fermandariya Tabûra Sînorî ya 3yem ya Alaya Sînorî ya 3yem ya Fermandariya Hêzên Bejayî wê deme di nivîsa xwe de gotibû ku leşkeran gule bera nedane.
Her weha Qaymeqamiya Pirsûsê û Walîtiya Rihayê îdia kiribûn ku leşkeran gule bera nedane û Ortakaya bi “şarapnelan birîndar bûye.”
Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê de raporek hatibû nivîsandin û tê de derbarê birîndariya ji serî de tiştek zanyariyeke diyar nehatibû gotin.
Di yekem rapora otopsiyê ji bo birîna wê hatibû diyarkirin ku “ihtimal e bi perçeyên şarapnelê birîndar bûye û di encama vê de miriye.”
Doktor Suleyman Konukseverê beşdarî xebata otopsiyê bûbû, gotibû ew ne di heman fikre de ye.
“Çekeke enerjiyeke bilind a kinetik” hatiye bikaranîn
Lijneya Pisporan a Saziya Tiba Edlî di nêrîna xwe de gotiye “ji bilî birîndariya bi dendika guleya çekekê hatiye birîndarkirin, ti delil nîne ku bi bandoreke din a trawmatîk hatiye kuştin.”
Di raporê de her weha hatiye gotin ku “çeka hatiye bikaranîn çekeke enerjiyeke bilind a kinetik e.” (AS/FD)