* Fotograf: Arşiv / AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Cizîrê, navçeya Şirnexê vê sibê li dijî endamên Meclîsa Şaredariyê û rêvebirên navçeyê yê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) operasyon pêk hatiye. Di encama operasyon de Guler Tunç, Hevseroka Navçeyê ya HDPê, Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Cizîrê ya ku qeyûm li şuna wê hatibû wezîfedarkirin jî di nav de 10 kes hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê operasyon ji aliyê ekîbên dije terorê ve pêk hatiye. Di dema operasyonê de deriyê mala Tûnç û Kûtlûyê hatine şikandin.
Di serdegirtinên malan de navê kesên ku hatine desteserkirin weha ne: Guler Tûnç, Hevseroka Navçeyê ya HDPê, Berîvan Kûtlû, Hevşaredara Cizîrê ya ku qeyûm li şûna wê hatibû wezîfedarkirin, Alî Taniş, Mesût Uçkaç, Mesût Nart, Sabrî Erdogmûş, Azîz Uygûr, endamên Meclîsa Şaredariyê û Cîhan Olmez, Reşît Çagli û Emîn Kaplan, endamên HDPê.
Hatiye diyarkirin, kesên ku hatine desteserkirin birine Rêvebiriya Emniyetê ya Navçeyê.
Derbarê Tûnçê de 9 lêpirsîn hene
Derbarê Guler Tûnçê de heta niha 9 lêpirsîn hatiye vekirin. Cara dawî ji ber ku serdana gorên hevjîn û xezûrê xwe Mehmet Tûnç kiriye derbarê wê de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hevjîn û xezûrê wê Mehmet Tûnç di dema qedexeyên derketina derve de miribûn.(TP/AY)