Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê di çarçoveya lêpirsîna derbarê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de li dijî endamên Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm-Sen) operasyon daye destpêkirin. Di saetên sibê de di serdegirtinên malan de 26 dersdêr hatine desteserkirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê li piştî lêgerîna nav malan, polis çûne dibistanên ku dersdêr lê wezîfedarin, li dolabên wan yên şexsî jî geriyane.
Navên 22 dersdêrên ku hatine desteserkirin weha ne: "Şenay Koç, Zeynep Alak, Kasim Aydin, Hacer Alp, Hamdîn Oztekîn, Yildirim Arslan, Abbas Şahîn, Salîha Zorlu, Tahîr Çetîn, Recep Şîmşek, Mehmet Baydemîr, Mehmet Emîn Uzel, Halîs Kizilirmak, Fatîh Mutlu, Ezgi Çelik, Nuri Aras, Savaş Saymaz, Mehmet Arda, Remzi Mehmetoglu, Ruken Çelik, Murat Derince û Devrîm Durucan ê ku li navçeya Farqînê erkdar e."
Dersdêrên ku hatine desteserkirin birine Midiriyeta Polîsan a Amedê.(RT/AY)