Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
DAIŞê aşkere kiriye ku wan êrîşa çekdarî ya li Viyanayê, paytexta Awistiryayê pêk aniye. Êriş şeva 2yê Çiriya Paşiyê pêk hatibû û di encamê de çar kes miribûn.
Li gor nûçeya di DW tirkiyê de hatiye weşandin, DAIŞê daxuyanî li ser hesabê xwe yê Telegramê daye. DAIŞê gotiye “leşkerekî xilafetê” ew êrîşa li nêzîkî sinagog û avahiya operayê pêk aniye.
Her weha DAIŞê bi rêya Amaqê, dezgeha xwe ya propogandayê daxuyaniyeke din weşandiye û tê de diyar kiriye ku “şervanekî Dewleta Islamî” êrîşa çekdarî ya li Viyanayê pêk aniye. Amaqê her weha wêneyekî êrîşkar jî weşandiye ku bi çek bûye. (PT\FD)