Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Rafet Fahrî Semîzoglû, Serokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan(ÎHD) yê Balikesîrê ji ber serdana girtîgehan kiriye, hatiye desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya İHDyê Semîzoglûyî di saetên sibê yên 31ê Çiriya Pêşiyê de li mala xwe ya Bûrhaniyeyê hatiye desteserkirin. Lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarî a Balikesîrê ve tê birêvebirin, têkîldarî serdanên girtiyên di gîrtîgehan de ne.
İHDê weha gotiye, “Divê demildest dest ji desteserkirinên dij hikmên Danezana Berevaniya Mafparêzan a Neteweyên Yekbûyî(NY) û qanûnan berdin”
Di daxuyaniyê de daxwaza serbest berdana Rafet Fahrî Semîzoglû hatiye kirin.(AS/AY)