Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Hereketa Zimanê Kurdî(HezKurd) di change.orgê de kampanyaya îmzeyan a “Em perwerdeya zimanê dayîkî a bi Kurdî dixwazin” daye destpêkirin.
Di metna kampanyayê de hatiye diyarkirin, ku kampanyaya daxwaza perwerdeya zimanê dayîkî ji hemû bîrdozî, cemeet û partiyan dûr û bi awayekî serbixwe û reflekseke wîjdanî hatiye destpêkirin û weha hatiye gotin, “ji holê rabûn û helandina Kurdî re em ê tu carî razî nebin û di vê rê de em ê serî li hemû rêyên rewa bidin”
HezKurdê banga piştgiriyê li her kesên ku naxwazin zimanek, dîrokek, çandek û netewek li holê rabin kiriye û gotiye:
“Zimanê dayîkê pêwendiyeke jîyanî ya di navbera rabirdû û dahatûya netewan e û pira têperbûnê ye. Ziman tekane tişte ku netewek vediguheze dahatûyê”
“Zimanê dayîkê mafekî him mirovî him jî xwedayî ye. Li gor hiqûqa navneteweyî daxwazek rewa ye. Zimanek di nava hezaran sala da çê dibe. Hêmaneke bingehîne ku netewek dike netew û bîr û kodên dîrokî yên neteweyeke.”
HezKurdê weha gotiye: “kampanyaya daxwaza perwerdeya zimanê dayîkî ji hemû bîrdozî, cemeet û partiyan dûr û bi awayekî serbixwe, eqlekî sivîl û reflekseke wîjdanî hatiye destpêkirin.(TP/AY)