Fotograf:Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li gorî daxuyaniya Rêxistina Koçberiyê ya Navnetewî (IOM) li Senegalê keleka penaberan noqî avê bûye. Li gorî zanyariyên destpêkê herî hindik 140 kes mirine. Di kelekê de 200 kes hebûne.
Kelek hefteya borî ji bajarê Mbourê yê Senegalê roja sêşemê ber bi Giravên Kanaryayê yên Ispanyayê derketiye rê. Di rê de agir bi kelekê ketiye û li peravên Saint Louisê noqî avê bûye.
IOMê diyar kiriye ku 59 kes hatine rizgarkirin.
Di sala 2020an de herî hindik 414 penaber mirine
Li gorî daxuyaniya rayedaran par 2 hezar û 557 penaber çûne Giravên Kanaryayê û îsal ev hejmar gihîştiye 11 hezaran. Sala 2006an 32 hezar penaber çûne vê giravê.
“Projeya Penaberên Winda” ya IOmê aşkere kiriye ku par 210 paneber, û îsal herî hindik 414 penaber li ser vê rêyê mirine.
Herî hindik 26 milyon penaber hene
Li gorî daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekgirtî (KBPNY) heta Hezîrana 2020an li cîhanê 79 milyon û 500 hezar mirov bi darê zorê li cih û warên xwe hatine koçkirin. 26 milyonên van penaber in. (PT/FD)