Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Yekemîn danişîna doza kuştina Tahîr Elçi, Serokê Baroya Amedê dê sibê li 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk were.
Waqfa Tahîr Elçiyî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî vîdeo par ve kirine û bal kişandiye ser kêmasiyên di pêvajoya lêpirsînê û tiştên nayên kirin de.
“Heger li jiyanê bûya, parêzerê vê dozê dê Tahîr Elçî bi xwe bûya”
Tahir Elçi’nin öldürülmesine ilişkin 5 yıl aradan sonra açılan davanın ilk duruşması 21 Ekim 2020 Çarşamba günü saat 10:00’da Diyarbakır 10. Ağır Ceza Mahkemesinde görülecek. #TahirElçi pic.twitter.com/zidS1hcdVr
— Tahir Elçi İnsan Hakları Vakfı (@tahirelcivakfi) October 19, 2020
Hevjîna Elçiyî, Turkan Elçî yê wek parêzer tevlî celseyê bibe.
Di îddîanameyê de çi heye?
Serdozgeriya Amedê, îddîanameya kuştina Tahîr Elçiyî ya 28ê Mijdara 2015an, di 26a Adara 2020an de amade kiriye. 10emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê di 3ê Nîsana 2020an de ev îdianame qebûl kiriye.
Di îddîanameyê de sê jê polîs çar bersûc wek gumanbar hatine nîşandan.
Ji bo polîsên bersûc M. S., F. T. û S. T.yî bi hinceta "bi îhmalkariya bi zanebûn bûye sedema mirinê" ji 2 heya 6 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.
Ji bo gumanbarê din, Ugur Yakişir jî bi "kuştina bi zanebûn, kuştina bi mebestên gengaz, dijberiya li dijî qanûna jimare 6136, binpêkirina yekîtiya dewlet û welatî, zerardana malî" tê tawanbar kirin û ji wî re cezayê hepsê yê heta hetayê tê xwestin.
Yakişirî, ji xêncî kuştina Elçiyî, bi kujeriya polîsên eynê rojê hatine kuştin ên bi nave Cengîz Erdur û Ahmet Çîftaslan jî tê tewanbarkirin. (AS/AY/FD)