Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Kirikkaleyê ji bo mirina Serkan Tûmayê 27 salî a li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Kirikkaleyê, lêpirsînname amade kiriye.
Rêveberiya girtîgehê li malbata Serkan Tumayî geriyaye û ji wan re gotiye ku kurê we “di bûyereke edlî de” miriye. Rêveberiyê ji malbatê xwestiye ku roja şemiyê cenazeyê kurê xwe hilgirin.
Gokhan Tumay, birayê Serkan Tumayî gotiye ku li ser laşê birayê min şopên derbkirinê hebûne û berê jî li girtîgehê lê dane.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, malbat ji ber vê rewşê ketiye gumanê û li bal Serdozgeriya Komarî ya Kirikkaleyê gilî kirine. Serdozgeriyê jî lêpirsînname daye destpêkirin. Ji bo vê jî wê hemû kamerayên li girtîgehê bên kontrolkirin.
“Milê wî şikandibûn”
Hakan Tûmay, birayê Serkan Tumayî gotiye ku birayê wî Serkan Tûmay 6 sal in di Girtîgeha Kirikkaley ya Tîpa F'yê de bûye û ev zanyarî dane: "Di 6 salan de herî kêm 6 caran lê dane û îşkence lê kirine. Ji ber vê me serî li Serdozgeriya Komarî ya Manîsayê da. Berê jî birayê min digot 'tu ewleyiya min tuneye.'
“Herî dawî me cardin serî li Serdozgeriya Komarî ya Manîsayê da û me gilî kir. Dozgeriyê ji me re got, 'em ê pê re eleqedar bibin.' Birayê min û hevalekî xwe di qawîşeke sê kesan de dima. Hevalê wî herî dawî ji me re gotibû, 'li birayê we dixin.' Ji ber derbkirinê milê birayê min dişikê û hin deverên laşê wî jî tahl dikin.
“Herî dawî gava birayê min telefonî me kir, dengê wî ne xweş dihat. Piştî me gilî kiriye, wî dibin nexweşxaneyê. Her wiha ji ber ku hevalê wî xeberê dide me, radibin wî ji wir derdixin. Birayê min dibin qawîşekê ku kes lê namîne.
“Duh jî îdareya girtîgehê telefonî dêya min kiriye û jê re gotine 'werin cenazeyê xwe bibin.' Di ewraqê de gotine, mirina edlî. Bi zanebûnî ev yek kirine."
“Bila berpirsiyar werin dîtin”
Bira Tûmayî aniye ziman ku "Çawa birayê min mir diviyabû îdareya girtîgehê xebera me pê bixista, lê rabûye a dina rojê xebera me pê xistiye" û got: "Ev tecrîd e. Birayê min ji ber îşkenceyê wefat kiriye. Heger ev dewlet dewleta hiqûqê be, nexwe dibe rojek berî rojekê ev zelal bibe. Bila berpirsiyar bên dîtin."
“Dayê min xelas bike”
Hasîbe Tumay, dayika Serkan Tumayî jî wiha gotiye: "Kurê min ji min re got, 'dayê gardiyan li min dixin. Wê min bikujin. Çend caran bi daran êrîş anîn ser min. Min xelas bikin.' Milê kurê min şikstî bû, serê wî werimandîbû. Ma wê çawa bi tena serê xwe bimire? Min en kurê xwe li girtîgehê dît ne jî cenazeyê wî. Li ber dikevim, lê tiştek ji destê min anyê."
Cenazeyê Tûmayî li Goristana Kirtik a navçeya Şehzadeler a Manîsayê hatiye binaxkirin. (EKN/FD)