Fotograf: Ajansa Anadoluyê (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Servet Turgutê 55 salî yê ku tevlî Osman Şîbanî li Şaxa Wanê di 11ê Îlonê de hatibû desteserkirin û hatibû gotin ku ji helîkopterê hatine avêtin, miriye.
Turgut tevlî Şîbanî hatibûn desteserkirin û piştî du rojan li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin. Tûrgût ev 20 roj in li nexweşxaneyê li beşa nexweşiyên giran dihate dermankirin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê cenazeye Turgutî ji bo otopsiye birine Navenda Edlî Tipê ya Dursun Odabaşî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê ya Wanê. Piştî karê otopsiye cenazeye Turgutî wê li Wanê were binaxkirin.
“Berê gotin miriye, paşê gotin dijî”
Naif Turgut, birayê Servet Turgutî ji bianetê re got: “Derengê şevê li me geriyan. Gotin birayê te miriye. Em çûn nexweşxaneyê. Lê vê carê gotin ‘na nemiriye doktoran masaj lê kirin niha dijî’. Me fam nekir. Em dibên qey me mijûl dikin. Di wê esnayê de bang li Midûrên Emniyetê û Serdoktoran kirine. Ez dibêm qey wê gavê planek çêkirin. Me mijûl kirin, em dibên gelo dibe ku rapora derbarê mirina wî de biguherînin. Kezeba me şewitî bila ya kesên din neşewite.”
Çi bûbû?
Osman Şîbanê 50 salî û Servet Tûrgûtê 55 salî piştî ku di 11ê Îlonê de leşkerên derketibûn operasyonê ew li navçeya Şaxê desteser kirine bi du rojan li beşa nexweşiyên giran a Nexweşxaneya Perwerda û Lêkolînê ya Herêmî ya Wanê hatibûn dîtin.
Di nûçeya Cemîl Ugûrî ya li ser Ajansa Mezopotamyayê hatiye weşandin de rapora epikriz a nexweşxaneyê jî heye.
Di raporê de hatiye gotin ku ji ber “birîndariya piştî ji helîkopterê ketiye” ew anîne Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.
Di beşa nerhetiyan a raporê de li bin sernavê “Nexweşiyên Giran” hatiye diyarkirin ku “ji cihekî bilind ketine” û wiha hatiye berdewamkirin: “Piştî ketina ji cihekî bilind emniyetê agahî daye tîmên tenduristiyê û 112yê ew anîne beşa lezgîn.”(EMK/FD)