Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Îsal Komîteya Xelatdayînê biryar daye ku Xelata Mafên Mirovan a Ludovic Traireuxî bidin parêzer Ebrû Tîmtîka di dema çalakiya rojiya mirinê de can dabû û parêzer Barkin Tîmtîka girtî ye. Barkin Tîmtîk xwuşka Ebrû Tîmtîkê ye.
Xelat ji sala 1984an û vir ve li ser navê Ludovic Traireuxî tê dayîn ku yek ji parêzerên Doza Dreyfûsî bû.
Beriya niha li Tirkiyeyê sala 2000î dabûn Eşber Yagmûrderelî û sala 2012an jî dabûn Muharrem Erbeyî.
Derbarê Xelata Ludovic Trarieuxî de
Bi hewldana parêzerê fransizî Bertrand Favreauyî li Bordeauxê di sala 1984an de xelat cara pêşiyê hatiye dayîn. Didin wan parêzer an jî baroyan ku bi xebatên xwe mafên mirovan diparêzin, xebatan ji bo serweriya hiqûqê dikin an jî li dijî nexweşbînî û nijadperestiyê li ber xwe didin.
Piştî şêwra rêxistinên civaka medenî û saziyên alîkariya mirovî yên navnetewî dikin, kesê/a wê xelatê werbigire tê diyarkirin.
Xalata yekem di 29ê Adara 1085an de dabûn Nelson Mandela, Serokê Afrîkaya Başûr.