Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
“Ez rojiya mirinê negirim jî di nav van şert û mercên girtîgehê de ez ê nikaribim 2 salên din bijîm.”
Didem Akman a cezayê heta hetayê lê hatiye birîn li Girtîgeha Şakranê tê girtin. Akman 202 roj in ku çalakiya rojiya mirinê digire. Ji ber ku li Girtîgeha Şakranê hicreya yek kesî ya li gorî heman sûcî nîne, Akman li hicreya disiplînê tê girtin.
Li gorî yasayê girtiyek di hicreya disiplînê de nabe ji 20 roj in zêdetir bê girtin.
Dîdem Akman berê li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Sîncana Enqereyê girtî bû. Li vir li hicreya yek kesî ya li gorî cezayê miebeta heta hetayê ya girankirî dihate girtin. Lê paşê ew şandin Girtîgeha Şakrana Îzmîrê.
Li Şakranê li hicreyekê hat girtin ku metbexa wê nebû, deriyê wê yê cihê bêhnvedanê nîne, cihê meşe lê nîne û bi qasî 5 gavan mezin e.
Akmanê daxwaz kiriye ku ew vegere Sîncanê lê jê re gotine “cezayê te yê dîsîplînê heye” û daxwaznameya wê qebûl nekirine. Wê jî dest bi girtina rojiya mirinê kiriye.
Seda Şaraldi, parêzera wê ji bianetê re got, Akmanê ji wan re diyar kiriye ku “Heke ez rojiya mirinê negirim jî di nava van şert û mercên girtîgehê de ez ê nikaribim heta 2 salan bijîm.”
“Ji ber tenê ye rewşa wê xirabtir bûye”
Dîdem Akman digel ku wê bi xwe daxwaz nekiribû şandine Nexweşxaneya Dewletê ya Yeşilyurtê û li vir tê girtin.
Şaradiyê rewşa wê wiha vegot:
“Dişibe rojên dawiyê yên Ebrû Tîmtîkê, piştî ew şandin nexweşxaneyê di devê wê de birîn derketine. Nikare biaxive, bi tenê dinivîsîne û bi vî awayî peywendiyê çêdike.
“Li gor kesên din ên rojiya mirinê digirin, rewşa wê bi lez xirab bû. Li gor nêrîna me sedema wê ev e ku li girtîgehê bi tenê ye, hevalek li bal wê nîne û neçar e bi tena serê xwe jiyana xwe bidomîne.”
Şaraldiyê destnîşan kir ku “Daxwazên wê gelekî basit in, mafên xwe yên qanûnî dixwaze…”
Parêzerên Akmanê wê îro hevdîtinê bi dozgeriyê û rêveberiya girtîgehê re bike û bixwazin daxwaznameya wê ya ji bo çûnê qebûl bikin. (AS/FD)