Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgeheke Stenbolê 2 kesên ku li Kadikoya Stenbolê êrîşî Bariş Atay Parlamenterê TÎpê û lîstîkvanî kirine, girtine.
3 kesên ku duh (1ê Îlona 2020an) hatibûn desteserkirin, piştî îfadeya wan a li dozgeriyê, bi daxwaza girtina wan ew şandibûn ber destê dadgehê. Dadweriya Silh û Cezayan a Nobedar bi tohmeta ku “bi zanebûn birîndar kirine” biryara her sê kesan daye.
Çi bûbû?
Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê TÎPê di saetên pêş êrişkirinê de mesajên telefonê yê Mûsa Orhanê ku li Êlihê tecawizî Îpek Era 18 salî kiribû û bibû sedema xwekuştina wê belav kiribû. Mûsa Orhan, bi sûcê "êrişa zayendî" hatibû girtin û piştre tehlîye bûbû.
Atayî, Suleyman Soylû, Wezîrê Navxweyî bi peyama xwe ve etîket kiribû û gotibû, "Te rêze tecawizkarek parast. Ji bo ku tu qet ji bîr neke emê hewl bidin, heta emre te hebe di her firsendê de têxin bîra te."
Soylûyî jî bersiva peyama Atayî dabû û gotibû, " Tu bi fermana rêvebirên PKKê yên tecawizkar bû parlamenterê HDPê, tu bermayê DHKP-Cê û PKKê ye. Ji min nayê ez bibim 'parastvanê tecawizkar' lê ji te tê tu bibe tecawizkar... Parastvanê Tûmayê, hay ji xwe hebe neye girtin..."
Piştî vê peyama Soylûyî, Komeke pênc kesî di saet 01:30ê şevê de li Kadikoyê dema Bariş Atay, Parlamenterê Hatayê yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê(TÎP) û hevalên xwe li mekanek derdikevin, dibêjin "xayînê welat" û erişî Atay dikin.
Bariş Atayî li Nexweşxaneya Nûmûneya Haydarpaşayê bi gumana travma û şikestina parsûyên wî girtibûn tedawîyê. (EMK/FD)