Fotograf: https://twitter.com/fmwales
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Ingilistanê, trêneka ku ji serî heta binî bi nîgarên Keskesorê hatîye xemilandin û miretebatê wê bi tenê ji LGBTI+yan pêk hatiye vê sibehê ji bo sefera xwe ya yekem daye rê.
Trên 11 vagonî ye û dê ji Londra Eustonê biçe Manhcester Piccadillyyê. Li gor nûçeya Yeşil Gazeteyê, di trênê da, ji bo ku mirovên reş, asyayîyan û qewmên cuda temsil bike, li qiraxa alayên bi rengên curbicur alaya transan jî hatîye dar ve kirin.
Miretebat gotiye, wan bi hilbijartina personelan, ber bi civakeka “berfirehtir, cûrbicûr û wekhev” pêngavek avêtîye.
Rêvebirê trênê Paul Austin gotiye “Ev tê wê wateyê ku, ez bi şexsê xwe bihêm qebûlkirin û LGBTI+î temsil bibin ku em di nava tora xwe ya xizmetê de, xizmetê ji wan ra dikin.”
Trêna Rûmetê ya Hêla Rojava ya Avantîyê, dê bi poster û pirtûkan tije be û bi rê da dê bi anonsan derbarê Prideê da zanyarîyan bide.(EMK/AY/FD)