Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Avahiya ku Navenda Çanda Mezopotamyayê ev 18 sal in xebatên xwe yên çand û hunerî lê berdewam dikir, îro bi darê zorê hatiye valakirin. Ji bo NÇM avahiyê vala bike heta îro dem hatibû dayîn û îro polîsan avahiya li Beyoglûya Stenbolê dorpêç kirine.
Li gor nûçeya ku li rojnameya Yeni Yaşamê weşandiye, xebatkarên NÇMyê piştî kelûpelên xwe derxistine, li ber avahiyê ji çapemeniyê re axivî ne. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Huda Kaya, Endamê Desteya Rêveber a Navendî yê HDPyê Ferhat Encu, Hevseroka HDPya Stenbolê Elif Bulut û Hevserokê Komeleya Lêkolînên Kurdî Eyup Subaşi jî beşdarî civîna çapemeniyê bûne.
“Avahiya me ji destê me derdixin”
Di dema civînê de Huseyîn İldan ango Genim, solîstê Koma Çiya gotiye ku digel hemû zor û zehmetiyên bi salan e li ser wan tên ferzkirin, wan xebatên xwe yên çand û hunerî li vê avahiyê dewam kiriye. Genimî diyar kiriye ku bi vê re mafê bicîanîna ziman, çand û hunera bi milyonan kurdan ji hatiye xespkirin û wiha berdewam kiriye. “Digel hemû êrîşan îro û ji îro û şûn de jî em ê xebatên xwe dewam bikin.”
“Valakirina bi darê zorê ne hiqûqî ye”
Huda Kaya, Parlamentera HDPyê jî wiha gotiye: “Girtina bi darê zorê ya NÇMya ku li Stenbolê xebatên xwe yên çand û hunerî dimeşîne neheqî ye û dijhiqûqî ye.”
Zanyarî nedane NÇMyê
Digel peymana wan hebûye di sala 2019an de bêyî zanyariyê bidin wan Midûriyeta Weqfan 3 caran îhale çêkiriye. Agahiya NÇMyê bi awayekî ji van îhaleyan bûye û ji 3 carên ku ketine îhaleyê 2 caran serkeftî bûne. Lê Midûriyeta Weqfan her gotiye ku “rikberiya tê xwestin pêk nehatiye” û îhale îptal kirine. Avahî dane Qeymeqamtiya Beyoglûyê û tê gotin wê ew jî bide Şaredariya Beyoglûyê ya AKPyî. (AO/FD)