Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Şirnexê li navenda bajêr û navçeyan ji bo 15 rojan civîn, xwenîşandan, meşen xwenîşandanê, vekirina kon û standan û daxuyaniyên çapemeniyê qedexe kiriye.
Walîtiyê li ser malpera xwe ya fermî aşkere kiriye ku her weha bîranînên li ser goran jî hatine qedexekirin.
Walîtiyê di daxuyaniya xwe de gotiye ku “Bi armanca birêvebirina rîska Covid-19ê ya ku bandor li hemû cîhanê kiriye, ji bo rê li ber belavbûna vîrusê bê girtin û gefa li ser jiyana welatiyên me bê astengkirin, ji bo sîstema civakî u ewlehiya welatiyan were parastin, ji bo parastiya mafên bingehîn û azadiyan û maf û azadiyên kesên din û asayişa giştî û ji bo rê li ber hemû rewşên neyênî yên ihtimal bên girtin; hatiye nirxandin ku ji bo 1ê Gulanê Roja Aştiyê ya Cîhanî bi koordîneya rêxistinên ‘di bin bandora rêxistinê de’ dikarin çalaki, meş, daxuyaniyên çapemeniyê yên provokatîv werin kirin û bi vî tiştî girseya navborî provoke bikin û di encama vê de çalakiyan li kolanan pêk bînin, rewşa kaosê ava bikin, wesayit û kargehan bişewitinin, rêyan bigirin, xwenîşandanên korsan pêk bînin, êrîşên biberan, bimolotof û biteqemeniyên li ser destan civîn, xwenîşandan bimeş yên legal û îlegal dest pê bikin û berê van bicihekî din vekin û bûyerên cemawerî derbixin.
Walîtiyê ji ber van sedeman biryar daye ku ji saet 00.01ê ya 19ê Tebaxê heta 15 rojan her cure çalakî û bernameyên behsa wan hatiye kirin hatine qedexekirin. (SO/FD)