Fotograf: AA / Arşîv
Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 4em salvegera komkujî Dîlokê de daxuyaniyek weşandiye. DAIŞê20ê Tebaxa 2016an li Dîlokê di dawetekê de êrîşek bombeyî pêk anî bû û 56 kes miribûn.
Daxuyaniya HDPyê wiha ye:
“Li vê axê kîjan dema ku hêviyên aştiyê şîn bibin, rêya ku diçe aştiyê, dibe hedefa derdorên tarî. Komkujiya Dîlokê jî tam komkujiyeke bi vî rengî bû. Di wê pêvajoyê de pêk hat ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdan gavên bibiryar dihatin avêtin. Şeva beriya roja ku wê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) danezana guftûgo û çareseriyê aşkera bikira, daweta welatiyên kurd hat bombekirin. Helbet ev ne cara yekem bû.
"Çav ji komkujiyê re hat girtin"
"Kesên ku nexwestin li Tirkiye û Rojhilata Navîn gel di nav aştiyê de bijîn; kesên ku plankirin bi şer û xwînê emrê xwe yê siyasî dirêj bikin, çavê xwe ji komkujiya Dîlokê re girtin. Wekî ku çavê xwe ji komkujiyên Enqere û Amedê re girtin.
"Em ê dev ji têkoşînê bernedin"
"Lê li Tirkiyeyê, li gel hemû êrîş, komkujî, zilm, girtin û tundiyê bi milyonan kesên ku ji israra aştiyê venagerin hene. Ev, hêviya vê xakê ne. Wê HDP, bi milyonên ku dev ji aştiyê bernadin re em ê qet dev ji têkoşînê bernede. Bila nalet li wan kesan be ku komkujî pêk anîn, hêzên li pişt komkujiyê, feraseta piştgirî da komujiyê, ew kesên digel bi dehan zanyariyên îstixbaratê hebûn komkujî asteng nekirin û çavê xwe jê re girtin. Em kesên jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.” (FD)