Fotograf: AA
Xebatên lêgerîna kesên ku keştiya wan li Gola Wanê binav bûbû, berdewam dikin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê di xebatên lêgerînê de cesedekî din hatiye dîtin. Li gorî vê encamê hejmara cesedên ku ji bin avê derxistine gihîştiye 60an.
Di 27ê Hezîranê de kelekeke penaberan li Taxa Altinsaça Gevaşê binav bûbû.
Ji bo derxistina kelek û cesedan tîmen cendirmeyan, Midûriyeta Ewlekariyê, Serokatiya Rêveberiya Karesatan û Rewşa Lezgîn (AFAD), Tîma Rizgarkirinê ya Medîkal a Netewî (UMKE), ekîbîn tenduristiyê, yên Hêzên Deryayî û her wiha tîma Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Binê Avê (SAK) xebatên xwe didomînin.
Cesedên ku tên derxistin, dişinin Saziya Tipa edlî ya Wanê.
Ajansa Mezopotamyayê di nûçeyeke xwe de diyar kiriye ku 18 cesedên ku derxistine li Goristana Bêkesan hatine binaxkirin.
Çi bûbû?
Kelekeke ku penaber têde bûne di 27ê Hezîranê de li Gola Wanê binav bûbû û ji wê rojê ve heta niha tîmên rizgarkirinê li penaberan digerin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê kelek, li nêzîkî Girava Çarpanak a Navçeya Tûşbayê binav bûbû. Piştî zanyariya binavbûna kelekê tîmên rizgarkirinê çûne wî cihî û ji bo rizgarkirina penaberan dest bi xebatê kirine.
Heman rojê Walîtiya Wanê daxuyniyek weşandibû û diyar kiribû ku kelek li nêzîkî Fermandariya Qereqola Cendirmeyan a Yoldundo ya Westanê binav bûye. Walîtiyê destnîşan kiribû ku li Taxa Altinsaçê 27ê Hezîrana 2020an saet di 22.00an de kesên bi navê Sedat û Medeni Akbaş bi keleka xwe derketine Gola Wanê û demek dirêj e agahî j wan nehatiye girtin.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, tê texmînkirin ku nêzîkî 50-60 penaber di kelekê de bûne. (FD)