Fotograf: ÎHDya Stenbolê
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) di 17ê Tîrmeha 1986an de bi mebesta di her rewşê de parastina mafê mirovan bike, hatiye damezrandin. 34 sal in bênavber ÎHDê di her warî û şertên dijwar de mafê mirovan ji xwe re kiriye mijar û di vê çarçoveyê de têkoşîna xwe berdewam.
Bi minasebeta 34em salvegera damezrandina ÎHDyê li gelek navendan endam û rêveberên komeleyê daxuyaniyên çapemeniyê dane û salveger pîroz kirin e.
Keskîn: Wê ÎHD bêdeng nemîne
Şaxa ÎHDyê ya Stenbolê li Meydana Sûltanahmetê daxuyaniya çapemeniyê daye. Rêveberên ÎHDyê, HDPyê û Dayikên Şemiyê beşdar bûnin û pankartên wek “Tecrît îşkence ye û dawî lê bînin” û “Tecrît dikuje û piştevanî dide jiyîn” hatiye vekirin.
Eren Keskîn, Hevseroka Giştî ya ÎHDyê di daxuyaniya li Sûltanahmetê de axiviye û gotiye, “Em bi hêsanî nehetina van rojan û heta hatin van rojan me gelek bedelên giran dan. ÎHD wê ti demekê bêdeng nemîne û têkoşîna mafê mirovan berdewam bike.
Gulseren Yolerî, Seroka Şaxa ÎHDê jî diyar kiriye û gotiye, “Armanca me a mezin ew e ku bi parastina mafê mirovan piştgiriyê bidin qanûna bingehîn û êdî mirov hew werin kuştin, îşkencekirin û zext û neheqî li wan were kirin. Ji bilî çareseriyê dê tu hewldan nikaribin pirsgirêka kurd bi şeklê demokratîk çareser bikin."
Ozturk: Wê têkoşîna me bi wêrekî û hêviyê bidome
Ozturk Turkdogan. Hevserokê Giştî yê ÎHDyê li pêş şaxa komeleyê a Enqereyê daxuyanî daye û gotiye, “Têkoşîna me ya mafê mirovan, demokrasiyê û aştiyê wê bi israr û bi hêvî berdewam bike.”
Her weha bi boneya 34em salvegera damezrandina ÎHDê li Mêrsîn, Îzmîr, Hatay û Îskenderûnê jî daxuyanî hatine dayîn. (AY/FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê