Fotograf: AA (Arşîv)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Walîtiya Şirnexê ji bo 3 rojan li 22 herêmên di navbera navçeyên Silopiyayê û Cizirê, çûnûhatina sivîlan qedexe kiriye.
Di daxuyaniya walîtiyê de hatiye destnîşankirin, ji bo “Pêkanîna Ewlekariya Neteweyî” ji saet 18.00ê 13ê Tîrmehê heta 00.00ê 16ê Tîrmehê li 22 herêman hatûçûn hatiye qedexekirin.
Li gor daxuyaniya li ser malpera fermî ya Walîtiya Şirnexê hatiye weşandin, navên herêmên ku hatine qedexekirin weha ne:
“Çiyayê Cûdî, Çiyayê Mezin, Girê Zozan, gire Gavur, Kaniya Mameliyê, Girê Deriyedulu, Girê Havolehavşî, Sirtê Deviyeozga, Çemê Ganiyesinak, Girê Dalgaduriyî, Çemê Kemal, Gundê Kosrelî, Girê Kurtik, Gundê Kayunoren, Girê Sêbiran, Girê Ezmîn, Zozana Bîşî, Gundê Damlaca, Sirtê Kamişli, Girê Îsîmsiz, Girê Duz û Girê Çîmenlî.” (TP/AY/FD)