Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgerê Komarî yê Navçeya Kerborana Mêrdînê, di doza JÎTEMê de biryar da û got, hewce bi şopandinê tune ye.
Li Gundê Çêlikê di sala 1993an de 7 gundî kuştibûn û hatibû îdîakirin ku “ên ku gundî kuştine PKKyî ne."
Doz 7 sal berê hatibû vekirin. Dozger piştî 7 salan biryara "hewce bi şopandinê tune" da.
Parêzer Erdal Kuzuyû diyar kir ku ev biryar encama polîtîkayên bêcezatiyê ye û wiha got: "Hemû delîl di bin bendava Ilısuyê de winda kirin.
Xizmên Ahmet Kavakçioglû, Mehmet Kavakçioglû, Alaattîn Acar, Fahrettîn Acar, Mahmût Erol, Suleyman Erol û Zulfer Akkûrtî piştî ku lêpirsîn ji bo kesên di salên 1990î de ji hêla JÎTEMê hatibû vekirin, serî li Serdozgeriya Komarî ya Amedê ya bi erka taybet dabûn.
Li gor nûçeya Ahmet Kanbalî ku di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin
Serdozgeriya Komarî ya Kerboranê lêpirsînname ji bo Alî Tapan, Fermandarê wê demê yê Cendermeyan ê Kerboranê amade kiribû.
Serdozgeriyê piştî li îfadeya Tapanî guhdar kiribû gotibu ku hewce bi vekirina dozê nîne.
Doza JÎTEMê ya Kerboranê li 1em Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê hê jî berdewam dike. (AS/FD)