Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Serdozgeriya Komarî ya Amedê, ji berk u daxuyaniyek derbarê Alî Erbaş, Serokê Saziya Karûbarên Olî de dabûn, lêpirsînnameyek ji bo Baroya Amedê amade kiriye.
Alî Erbaş, Serokê Saziya Karûbarên Olî, roja înê (24ê Nîsana 2020an) di dema xwendina xutbeyê de LGBTI+ û kesên HIV li wan peyda ne kiribû hedef û gotinên nefretkirinê bilêv kiribû.
Piştî vê rewşê partiyên siyasî yên mixalif û rêxistinên mafparêz bertek nîşanî gotinên Erbaşî dabûn.
Komeleya Mafên Mirovan a Enqereyê û Baroya Enqereyê giliyê Erbaşî kiribûn. Baroya Amedê jî daxuyaniyek weşandibû.
Piştî vê rewşê lêpirsînname ji bo Baroya Enqereyê hatibû destpêkirin. Saziya Karûbarên Olî giliyê Baroyê kiribû.
Recep Tayyîp Erdogan, Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê piştgiriya Erbaşî kiribû.
Baroya Amedê jî bertek nîşan dabû
Piştî ku Baroya Amedê daxuyanî weşand, Serdozgeriya Komarî ji bo rêveberên Baroyê lêpirsînnameyek amade kiriye. Serdozgeriyê li gorî Xala 216/3yê ya Qanûna Cezayan a Tirkan (TCK) û bi tohmeta ku “sivkayî li nirxên olî kiriye” lêpirsîn daye destpêkirin. (EMK/FD)