Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Wezareta Navxweyî di çarçoveya têkoşîna dijî vîrusa Covîd-19ê de tedbîrên nû yên Meha Remezanê aşkere kirine.
Li gorî biryara Wezaretê, dê rê nedin danîna konên fitarê û çalakiyên ku komên qerebalix di fitar û paşîvan de dicivîne.
Di remezanê de bi mebesta rêlibergirtina îzdîhama trafîkê dê berî dema fitarê bi 3 saetan hejmara wesayitên komelguhêz û seferên wan zêde bikin.
Ji ber ku rêza li ber deriyê firin û cihên din rîska Covîd-19ê zêde dikin, dê berî fitarê bi 2 saetan bên qedandin.
Di remezanê de serdana turbeyan dê bên kêmkirin, çûn û derketina nav goristanan dê ji deriyên cuda werin kirin, roja erefê û cejnê di çûna nav goristanan de, dê pîvana germahiya laş bê kirin.
Dê teftîşên dijî fîrmeyên ku di remezanê de firsetbaziyê dikin, bên zêdekirin, karûbarê îdarî derbarê wan de bê kirin.
Dê rê nedin ku daholciyên remezanê yeko yeko ji welatiyan bexşîşê kom bikin, dê heqdestê xizmeta wan ji aliyê rêveberên herêmî ve bê dayîn. (TP/AY/FD)