Fotograf: Murat Başol
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Di doza çalakîyên gezîyê de 16 bersûc bi sûcê “Hewildane Hukumeta Komara Tirkiyeyê ji holê rakin” dihate darizandin. Piştî ku dadgehê biryara serbestberdana van kêsên ku di doza gezîyê de tên darizandin daye, Edîp Şahîner, Dozgerê Komarî yê Stenbolê biryara dadgehê şandîye îstinafê.
Dozgerî xwestîye Osman Kavala carekî din were girtin
“li gorî wesf û naveroka sucên ku lê barkirî û rewşa delîlên heyî ger bê qebûlkirin tohmetbar ew tişten ku di îddîanameyê kirîye li gor cezaya ku jê re hatiye xwestin ji bo tedbîrê biryara girtina wî di cîh de ye.
Dozgerî gotiye, Kavalayî di çalakîyên xwe de "grîngî daye welatîyên me yên Kurd û Ermen"
Di serlêdana îstînafê de Kavalayî bi van xalan hatiye sûcdarkirin:
“Weqfa Civaka Vekirî û Osman Kavala bi çalaki û xebatên xwe yên weke mafên jinan, îstîsmara zarokan, tûndkarîya meran, asimilasyona kêmnetewan, azadîya derbirînê û hîsgirîya hawirdorê desthilatê bi hewildanên girseyî bê bandor bike. Weqfa Civaka Vekirî grîngtîn sazîye li Tirkiyeyê George Soros alîkarîya wê dike.Herweha tê zanîn ku Kavalayî di çalakîyên xwe de "grîngî daye welatîyên me yên Kurd û Ermen." (HA/AY/FD)