Fotoğraf: AI
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dadgehkirina 11 mafparêzan wê sibehê li 35em Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi rê ve biçe. Mafparêz dema civîna “ewlehiya dijîtal a ji bo parastina mafparêzan” li Buyukadaya Stenbolê pêk dianîn hatibûn desteserkirin û doz li wan hatibû vekirin. Beriya dadgehkirinê Rêxistina Efûyê ya Navnetewî daxuyaniyek nivîskî ji bo raya giştî weşandiye.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de gotiye, tekane biryara wê edaletê pêk bîne ew e ku divê 11 aktivîstên di havîna 2017ê de bêbingeh hatibûn deste, beraet bikin.
“Çi biryara ku ji bilî beraetê were dayîn wê bibe zilmkarî”
Marie Struthers, Dîrektora Ewropayê ya Rêxistina Efûyê gotiye ku ji hemû cîhanê mafparêz û siyasetmedar li bendê ne di vê danişînê de edalet pêk were. Struthersê wiha berdewam kiriye:
“Ji roja ku hatine desteserkirin heta îro aşkereye ku ev doz dozeke di bin bandora siyasetê de ye û vê dozê xwestiye li Tirkiyeyê civaka sivîl a serbixwe bêdeng bihêle. 11 aktivîst bêyî ku tohmetên li ser wan bi delîlên ewle werin diyarkirin bi mehan di girtîgehan de hatin hiştin û bi salan hatin dadgehkirin. Ji ber wê ye, di vê danişînê de çi biryareke ji bilî beraetkirinê were dayîn, wê were wateya bibe zilimkariyê.”
Çi bûbû? | |
Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), Îlknûr Ustun (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Ozlem Dalkiran (Komeleya Hemwelatiyê ya Helsîkniyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Şopandinê ya Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Welatiyê Swêdê, dersdêrê mafên mirovan), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan) li Buyukada a Stenbolê, 5ê Tîrmehê dema ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatibûn desteserkirin. 18yê Tîrmehê ya 2017yê hatibûn girtin. Di 21yê Tîrmehê de dozger, li hemberî serbestberdana 4 mafparêzan derket û derbarê wan de biryara berdestkirinê hat standin. Ustun û Erkem a ku 23yê Tîrmehê li malên xwe hatin desteserkirin, hatin girtin. 25ê Tîrmehê Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozbeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derve serbest man. Serokê Lijneya Birêveberiyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Taner Kiliç ê di Hezîrana 2017yê de hatibû girtin, weke “gumanbar” ket nav îdianameyê. Mafparêz di 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017yê de cara yekem derketin pêşberî dadgehê. 35emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo 8 mafparêzan da. Her wiha ji bo Ozlem Dalkiran û Velî Acû biryara qedexeya derketina derve derxist. Biryara kontrola edliyê ya di 25ê Tîrmeha 2017yê de ji bo Şeyhmûs Ozbeklî û Nejat Taştan hatibû dayin, hat rakirin. Dadgehê her wiha dosyaya Taner Kiliçî ya bi îdiaya “sîxurtî û fînansekirina terorîzmê” hatibû vekirin bi doza Buyukadayê re kir yek ku dosya li 16emîn Dadgeha Cezayê Giran a Îzmîrê dihat dîtin. Taner Kiliç di 15ê Tebaxa 2018ê de hate tehliyekirin. Dozger dixwaze ji 7 sal û nîvan heta 15 salan cezayê girtîgehê lê bê birîn. |
(HA/FD)