Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
23yem Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê biryara tehliyeyê ji bo Eren Erdem, Parlamenterê berê yê CHPyê daye.
Reforma Darazê roja 17ê Çiriya Pêşiyê di Rojnameya Fermî de hatibû weşandin û ketibû meriyetê. Piştî vê biryarê, parêzerên Erdemî ji bo tehliyekirina wî serî li dadgehê dabûn. Piştî ku Erdem 489 rojan ji Girtîgeha Silivriyê hate girtin, biryara tehliyeyê ji bo wî hatiye dayîn.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê nivîsa tehliyekirinê ji Midûriyeta Girtîgeha Silivriyê re nivisandiye û gotiye, heke ji ber sûcekî din ne girtî be, bila Eren Erdem serbest bimîne.
Çi bûbû?
Bi îdiaya ku dengên derbarê bûyera gendeliyê yên 17-25ê Kanûna Pêşiyê di rojnameya Karşiyê de weşandiye di doza FETOyê de dihate dadgehkirin. Dadgehê 4 sal u 2 meh cezayê girtîgehê dabû wî. Erdem 29ê Hezîrana 2018ê hatibû girtin. (HA/FD)
Fotograf: AA/Arşîv