Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê, derbarê hevdîtina bi Abdullah Ocalan, Rêberê PKKyê de li Stenbolê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Parêzer 22yê Gulana 2019ê, roja çarşemê çûbûn Greva birçîbûnê û hevdîtinek li gel Ocalanî kiribûn.
Newroz Uysal, parêzera Ocalanî metna ku hatiye amadekirin û peyama Ocalanî xwendiye.
Uysalê gotiye, Ocalan li ser peyama xwe sekiniye ku di 2yê Gulanê de bi rêya parêzeran bi raya giştî re hatibû parvekirin. Ocalanî diyar kiriye ku “Pêwistiya Tirkiyeyê bi nîqaşa li ser lihevkirina civakî, siyaseta demokratîk, gotûbêjkirina demokratîk û aştiya bi rûmet heye ku ev pêwistî bingehîn e”
Abdullah Ocalanî di berdewamiyê de gotiye ku “Hemû kes dizanin ku bê helwest û sekna 2013ê li Tirkiyeyê hêvî û rewşeke çawa derxistiye holê û divê ev mesaj bêhtir bê nîqaşkirin.”
Parêzer Newroz Uysalê destnîşan kiriye ku Ocalanî balkişandiye ser mejasa xwe ya 2yê Gulanê û wiha pê de çûye:
“Di wê mesajê de ku me 6ê Gulanê bi raya giştî re par ve kir, çawaniya çareseriya pirsgirêkên Sûriyeyê, mijara Rojava, Bakurê Sûriyeyê û HSD xaleke girîng bû.
“Di vê mijarê de nêrînên xwe dubare kir. Got ku, heke ku derfet hebe, pirsgirêka Kurdan jî tê de ew ê bixwaze di nava hevgirtina Sûriyeyê de hemû pirsgirêkên Sûriyeyê de çareser bibe.”
“Grev gihiştine armanca xwe, divê bi dawî bibe”
Parêzer Uysalê di civînê de peyama Ocalanî jî xwend ku ji bo çalakvanên di greva birçîbûnê de ne û rojiya mirinê girtine şandiye.
Ocalanî wiha gotiye:
“Ez li bendê me li gorî daxuyaniya her du parêzerê min, di serî de hevalên di greva birçîbûnê û rojiya mirinê de ne, hûn çalakiya xwe bi dawî bikin. Ez dikarim bi hêsanî bibêjim ku armanca we ya derbarê min de bi cih hatiye û ez hezkirin û spasiyên xwe yên mezin ji we re peşkeş dikim.” (PT/FD)