Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Li Şirnexê, li Çiyayê Cûdiyê yê teqemeniya ku PKKiyan li ser destan çêkiriye û li ser rê bi cih kirine, di dema derbasbûna leşkeran de teqiya ye.
Di encama vê teqînê de çawîşê binefser ê bi navê Bûrçîn Damci miriye. Yek jî birîndar bûye.
Li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Demîrorenê, leşkeran li Çiyayê Cûdiyê, li hemberî PKKyê operasyon li dar xistiye.
Di dema operasyonê de, saet 05.30 deqîqeyan teqemenî teqiya ye. Di encama vê teqemeniyê de çawişê binefser Bûrçîn Damci miriye.
Leşkerekê ku birîndar bûye rakirine Nexweşxaneya Leşkeran a Şirnexê. (EMK/FD)