DAXUYANIYA HEVPAR A RÊXISTINÊN MAFPARÊZ
“Li dijî hewldanên tunekirina civaka sivîl em bi hev re ne”
![“Li dijî hewldanên tunekirina civaka sivîl em bi hev re ne”](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/205/904/original/aciklama510_-_Kopya.jpg)
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Rêxistinên mafparêz derbarê îdianameya ji bo Osman Kavala û 15 xebatkarên rêxistinên civaka sivîl, civîneke çapemeniyê çêkirin. Civîn li salona Aynali Geçîta Beyoglûyê çêbû.
Rûhat Sena Akşener Dîrektora Kampanya û Parazvaniyê ya Şaxê Tirkiyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, daxuyaniya hevpar a ku hatiye amadekirin xwend.
Hejmareke zêde nûnerên çapemeniya navnetewî civîn şopand
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Em, rêxistinên mafparêz, weke bersiv ji bo îdiayên bêkok ên ku dibêjin Osman Kavala, Yigit Aksakoglûyê bi tohmeta ‘hewldana ji navê rakirina hikûmetê’ girtî ne û 15 aktorên civaka sivîl, bang dikin ku dawî li fişarên her roj zêdetir dibe a li ser civaka sivîl bînin û êdî civaka sivîl tohmetbar nekin.
“Divê dadgeh hemû îdianameyan red bike ku xwe dispêre teoriyên komployan û bi armanca avakirina sûcan li hev hatiye anîn û ti delîlên bi ewle tê de nîne. Her weha divê Osman Kavalayê 16 meh in girtî ye û Yîgît Aksakoglû yê 3 meh in girtî ye demildest bên berdan.
“Ev êrîşa dawiyê ya civaka sivîl dike hedef, di demeke wiha de pêk tê ku mafparêz û çalakvanên din ên civaka sivîl tenê ji ber daxwaza aşkerekirina binpêkirina mafan, ji ber daxwaza rastî, edalet û sererastkirinê dikin tên desteserkirin, tên dadkirin û tên girtin.
“Em li hemberî van hewldanan disekinin ku dixwazin li Tirkiyeyê rêxistina sivîl a serbixwe ji holê rake û em bang dikin ku demildest dest ji tirsandina plankirî û taciza hiqûqî berdin. Em dixwazin berpirsiyariyên navnetewî yên derbarê parastina mafparêzan bixin bîra rayedaran.”
Rêxistinên sivîl ên ku daxuyaniya hevpar îmze kirine ev in:
Civil Right Defenders, Komeleya Şopandina ji bo Mafên Yeksan, Komeleya Înîsiyatîfa Heqan, Navenda Heqîqat, Edalet û Bîrê, Komeleya Mafên Mirovan, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan, Rojnamegerên Sînornenas (RSF), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê, Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, Komeleya Welatîbûyînê. |
(EMK/FD)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN HEZÎRAN 2024
Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin
![Mêran di Hezîranê de 34 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/07/02/erkekler-haziranda-34-kadini-oldurdu.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN GULAN 2024
Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin
![Mêran di Gulanê de 40 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/06/06/men-killed-40-women-in-may.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN NÎSAN 2024
Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin
![Mêran di Nîsanê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/05/07/erkekler-nisanda-30-kadini-oldurdu.jpg)
Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir
![Polîsan gaz û guleyên plastîk li karkeran reşand: Komîteya Amadekar çalakî bi dawî kir](https://static.bianet.org/haber/2024/05/01/emek-meslek-orgutleri-sarachane-den-taksim-meydani-na-yuruyecek.jpg)
RAPORA TUNDKARIYA MÊRAN ADAR 2024
Mêran di Adarê de 24 jin kuştin
![Mêran di Adarê de 24 jin kuştin](https://static.bianet.org/haber/2024/04/03/erkekler-martta-24-kadini-oldurdu.jpg)