Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Walîtîya Bedlîsê li malpera xwe ya fermî daxuyandiye ku li 43 gund û gundikên wê derê operasyonên leşkerî dê bêne kirin ji ber wê li wan deran derketina derve qedexe ye.
Gund û gundikên ji bo wan qedexe hatî îlankirin girêdayîyê navenda bajarî ye.
Li gor Walîtîya Bedlîsê navê bi zimanê tirkî yê cihên qedexe lêhatiye îlankirin ev in:
Çalıdüzü, İçgeçit, Akçalı, Yukarıölek, Aşağıölek, Oğulcak, Kalupat, Dutköy, Karakuş, Aşağıbalcılar, Yukarıbalcılar, Çeltikli, Aşağıyolak, Yukarıyolak, Beşkaynak, Yarönü, Dikme, Yukarıdikme, Aşağıdikme, Bayırlı, Kutlu, Akgün, Çobansuyu, Aşağıçobansuyu, Güllüce, Kınalı, Cevizdalı, Kayalıbağ, Karaca, Esenburun, Uçankuş, Bayramalan, Üçevler, Başmaklı, Dursun, Yukarıçerman, Kaşıklı, Konalga, Ilıcak, Ünaldı, Ağaçdere, Aşağıkoçak, Harmanyeri.
Bixwîne - TIHV: Di 3,5 salên dawiyê de ya kêm 351 caran derketina derve hatiye qedexekirin
Qedexe û encamên wê
Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê(TIHV) eşkere kiriye ku ji 16ê meha heştem(Tebax) a 2015ê heta 1ê meha yekem(Kanûna Paşiyê) a 2019ê li 11 bajar û 51 vaçeyan derketina derve hatiye qedexekirin.
1234 rojan qedexe hatiye îlankirin. Li gor îlanên bi awayekê fermî hatîn eşkerekirin 351 caran qedexe hatiye îlankirin.
Bajarê ku herî zêde qedexe lê hatiye îlankirin bajarê Amedê ye. Ji 16ê Tebaxa 2015ê heta îro yanî di 3 sal, 4 meh û 16 rojan de;
Li Amedê 204 caran, li Mêrdînê 54 caran, li Colemêrgê 23 caran, li Şirnexê 13 caran, li Bilîsê 20 caran, li Mûşê 7 caran, li Bîngolê 7 caran, li Dêrsimê 6 caran, li Êlihê 6 caran, li Elezîzê 2 caran û li Sêrtê 9 caran derketina derve hatiye qedexekirin.
(AS/MB)