Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ji 13 kesên ku di saetên sibehê de di encama operasyonê de hatibûn desteserkirin, sê kes hatine berdan.
Piştî ku îfadeya wan hatiye standin Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê Prof. Turgut Tarhanli, Koordînatora Giştî ya Anadolu Kulturê Asena Gunal û xebatkarê Anadolu Kulturê Bora Sari piştî îfadeyên xwe dane, serbest hatine berdan. Ji bo her sê navan biryara qedexeya derketina ji derveyî Tirkiyeyê hatiye standin.
Prof. Dr. Şahika Yukselê piştî van sê kesan, diyar kiriye ku Hevdîrektora Navenda Bîrê Meltem Aslan jî serbest hatiye berdan.
Çi bûbû?
16ê Çiriya Paşiyê (Sermawez, Mijdar) ya 2018ê polîsan operasyon biribûn ser du akademisyenan û xebatkarên saziyên sivîl.
Li gorî zanyariyan di encama operasyonê de li gel Prof. Betul Tanbay akademisyena aştîxwaz a ji Zanîngeha Bogaziçiye û Prof. Tûrgût Tarhanli Dekanê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Bilgiyê, Yîgît Ekmekçî wekîlê serokê lijneya rêveberiya Anadolû Kulturê, Ali Hakan Altinay endamê lijneya heman komeleyê, Asena Gunal koordînatora giştî ya komeleyê, Meltem Aslan Hevdîrektora Navenda Bîrê û midûra giştî ya berê ya Anadolû Kulturê, ji Anadolu Kulturê Bora Sari, Ayşegul Guzel, Hande Ozhabeş, Filiz Telek û Yigit Aksakoglûû produktor Çigdem Mater û Yûsûf Civir hatibûn desteserkirin.
Midûriyeta Emniyeta Stenbolê derbarê desteserkirina akademisyen û nûnerên saziyên sivîl de daxuyaniyeke nivîskî belav kiribû.
Di daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku karsaz Osman Kavalayî çalakî birêxistin kirine û ew fînans kiriye. Kavala zêdetirî salekê ye ku bêyî îdianame derbarê wî de bê amadekirin di girtîgehê de tê girtin.
Di heman daxuyaniyê de hatibû îdiakirin ku ji bo 20 kesên li Stenbol, Edene, Antalya û Mûglayê biryara desteserkirinê hatiye derxistin. Navê 13 kesên ku hatine desteserkirin, hatibû belavkirin. Li gorî îdiaya Midûriyeta Emniyetê Kavala û 20 navên biryara desteserkirinê ji bo wan hatiye derxistin, bi hev re çalakî birêxistin kirine. (HK/FD)