Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Dozgerê Erebistana Siûdiyê, Suud el Muceb ji bo li ser kuştina Cemal Kaşikçiyî lêkolînan bike hatiye Stenbolê, vê sibeyê çûye navenda Rêxistina Îstixbarata Neteweyî(MÎT).
Dozgerê navborî duhî jî çûye Dadgeha Stenbolê ya li Çaglayanê. Ew û serdozgerê Dadgeha Stenbolê Irfan Fidan civiyane.
Dozgerî piştî hevdîtinan bersiva pirsên rojnaemgeran nedaye.
NY: Bila cihê termê Kaşikçi bê dîyarkirin
Komîsera bilind ê mafên mirovan ê Neteweyên Yekbûyî, Michelle Bacheletê bangî Erebistana Siûdiyê kiriye û diyar kiriye divê cihê termê kaşikçî lê ye bê eşkerekirin.
Çi bûbû?
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê, Cemal Kaşikçi de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
Dewleta Erebistana Siûdiyê eşkere kiribû ku Kaşikçi hatiye kuştin lê hê termê wî nehatiye dîtin.(AS/MB)
Wêne: AA, Elif Ozturk