Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî (NY), derbarê Cemal Kaşikçi, nivîskarê rojnameya Washington Postê daxuyaniyek belav kiriye. Kaşikçi ji Erebistana Siûdiyê ye.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin ku, ji ber windabûna Kaşikçiyî ew gelekî bi fikar in.
Ravina Shamdasani, Berdevka Mafên Ofîsa Mafên Mirovan a Neteweyên Yekgirtî, li Cenêvê civînêke çapemeniyê çêkiriyê û wiha axivî ye: “Heke nûçe û rewşa seyr a derbarê mirina Cemal Kaşikçiyî de rast bin, bandora vê rewqê bi rastî jî mezin e.”
Shamdasaniyê bang li Tirkiye û Erebistana Siûdiyê kiriye ku aqûbeta Kaşikçiyî demildest derxin holê. Her weha xwestiye ku lêpirsîneke bi lez bimeşînin û zanyariyên heyî bi raya giştî re par ve bikin.
Tê îdiakirin ku hatiye kuştin
Ji 2yê Çiriya Pêşiyê saet 13.00ê û vir ve ti agahî ji Cemal Kaşikçiyî nayê wergirtin ku di wê demê de çûye Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê ya li Stenbolê.
28ê Îlonê ji Kaşikçiyî re hatiye gotin ku “kaxizên te ne amade ne” û jê xwestine ku 2yê Çiriya Pêşiyê dîsa here Konsolxaneyê.
Dîmenên ku dema Kaşikçi dikeve Konsolxaneyê duh di rojnameya Washington Postê de hatibû belavkirin.
Ji bilî Reutersê û rojnamegerên ji Tirkiyeyê, Tûran Kişlakçi Serokê Komeleya Medyaya Tirkan û Ereban jî îdia kirine ku Kaşikçi hatiye kuştin û cesedê wî ji avahiya Konsolxaneyê hatiye derêxistin.
Di vê navberê de ji bo lêpirsîna edlî li Konsolxaneya Erebistana Siûdiyê bişopîne, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, erk daye wekîlekekî serdozgeriyê û dozgerekî komarî. (AS/FD)