Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ben Stiller, Mark Ruffalo, Whoopi Goldberg, Zoë Kravitz û Zach Galifianakis di nav de 23 hunermendan piştgiriya xwe ji bo mafparêzên li Buyukadayê hatibûn desteserkirin û 101 roj in girtî ne.
Rêxistina Efûya Navnedewî ya DYAyê nameyek ji Sefîrê Tirkiyeyê yê li DYAyê Serdar Kiliçî re nameyek rê kir û daxwaz ji hikûmeta Tirkiyeyê kir uk mafparêzan demildest serbest berdin.
Hunermendên ku îmze avêtine bin nameyê wiha ne:
Zoë Kravitz, Nazanin Boniadi, Don Cheadle, Marisa Tomei, Adam McKay, Paul Haggis, Joshua Malina, Fisher Stevens, Claire Danes, Ben Stiller, Whoopi Goldberg, Mike Farrell, Eva Orner, Peter Sarsgaard, Tim Roth, Kathy Najimy, Mark Ruffalo, Zach Galifianakis, Bruce Cohen, Shira Piven, Mike White, Tim Kring ve James McAvoy.
Hunermendan berê jî bang kiribû
Beriya niha jî hin hunermendên weke Peter Gabriel, Juliette Binoche, Jane Birkin, Angélique Kidjo, Annie Lennox û Bono nameya ku di rojnameya Fransî Libérationê de hatibû weşandin îmze kiribûn û banga serbestiya mafparêzan kiribû.
Çi bûbû?
10 parêzvanên mafên mirovan di 5ê Tîrmehê de dema ku li Buyukada ya Stenbolê li hotelekê civîna li ser ewlekariya dijîtal a parêzvanên mafên mirovan lidar dixistin hatibûn desteserkirin. 30 saetan agahî ji wan nehatibû standin. Derketibû holê ku piştî 5 saetên desteserkirinê biryara desteserkirina wan hatiye standin.
7 roj biryara desteserkirinê derbarê 10 kesan de hatibû standin û paşê derxistibûn 10 rojan.
Di 17yê Tîrmehê de 10 mafparêz derxistibûn edliyeyê û dozger, ew bi “bêyî ku endamên rêxistinê bin, li ser navê endamê sûc kiribin” û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” tohmet kiribûn û daxwaza girtina wan kiribû.
Di 18yê Tîrmehê de Îdîl Eser (Dîrektora Tirkiyeyeyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî), Ozlem Dalkiran (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Gunal Kûrşûn (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Velî Acû (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Ali Gharawi (Welatiyê Swêdê ye, dersdarê mafên mirovan), Peter Steudnter (Welatiyê Almanyayê dersdarê mafên mirovan) hatin girtin.
İlknûr Ustun (Koalisyona Jinan), Nalan Erkem (Komeleya Welatîbûnê ya Helsînkiyê), Nejat Taştan (Komeleya Şopandina Mafên Wekhev), Şeyhmûs Ozbeklî (Înîsîyatîfa Mafan) bi şertê kontrola edlî serbest man.
Di 21ê Tîrmehê de dozger li hemberî biryara serbestiya van 4 kesan derket û daxwaza girtina wan kir. Ustun û Erkem ên li malên xwe hatin desteserkirin, di 23yê Tîrmehê de hatin girtin.
Nejat Taştan û Şeyhmûs Ozmeklî bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina ji derveyî welêt serbest man.
Serdozgerê Komarî Can Tûncayî di meha cotmehê de îdianame amade kir û 10 mafparêz bi sûcên “bêyî ku endamên rêxistinê bin, li ser navê endamê sûc kiribin” û endamtiya rêxistina terorê ya çekdarî” tohmet kir. Taner Kiliç jî bi “endamtiya rêxistina terorê ya çekdar” hat sûcdarkirin. Mafparêz bi endamtiya û sûckirina li ser navê “FETO/PDY, PKK/KCK û DHKP/C” tên dadgehkirin.
Ozlem Dalkiran, Peter Steudtner, Ali Gharawi, Velî Acû, Gunal Kûrşûn, Îdîl Eser û Nalan Erkem hîna li Girtîgeha Sîlivriyê ya Tîpa F hejmar 9ê, Îlknûr Ustun jî li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tên girtin. (ÇT/FD)