Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Sê kesên ji ber bûyera êrîşê ya li ser cenazeyê Xatûn Tûglûkê hatibûn desteserkirin hatin girtin ku Xatûn Tûglûk dayika Alîkara Hevserokên Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Aysel Tûglûkê ye. Di nava kesên hatine girtin de Murat Alp jî heye ku fotografê wî bi Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylû re di medyaya civakî de hatibû parvekirin.
Piştî êrîşa li ser cenazeyî Serdozgeriya Komarî ya Golbaşi ya Enqereyê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 19 kes hatin berdan ku beriya wan îfadeya wan hatibû standin. Desteserkirina 7 kesan berdewam kiribû.
C. Ö. B. Ş û Murat Alp ên desteserkirî ji hêla dadehgê ve hatin girtin. 4 kesên din bi şertê kontrola edlî serbest man.
Di dîmenên dema êrîşê de derketibû holê ku 3 kesên hatine girtin, koma êrîşkar provoke kirine, dev avêtine cenaze û malbatê.
Çi Bibû?
Cenazeyê Xatûn Tûglûkê piştî rêûresma cenazeyê ya li Cemxaneya Pirsûltan Abdal a Ergazî ya Batikenta Enqereyê, ji bo binaxkirinê birin goristana Încekê. Lê di dema rêûresmê de û paşê wê, komekê bi dar û beran êrîş birin ser cenaze û gefa derxistina cenazeyî kirin, malbata Tûglûk ji bo cenaze rastî êrîşê neyê biryar girtin ku wî ji wir derxin.
Komê sloganên nijadperestî û yên cudaxwazî yên weke “Li vir cenazeyê şehîdî heye, em nahelin hûn li vir cenazeyê terorîstê binax bikin. Ev der ne goristana Ermeniyan e” û “Em nahêlin hûn Kurd, Elewî û Ermeniyan li vir binax bikin! Heke ku hûn binax bikin jî em ê derxin û parçe bikin” berz kirin.
Aysel Tûglûk a ku 9 meh in li Girtîgeha Kandirayê tê girtin û bi destûrê beşdarî rêûresmê bûye, ji hêla cendermeyan ve ji goristanê hat derxistin.
Serdozgeriya Komarî ya Golbaşi ya Enqereyê derbarê êrîşê de lêpirsîn vekir. (NV/FD)