Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Nejat Taştan yek ji wan mafparêzan e ku li Girava Mezin hatibû desteserkirin û serbest hatibû berdan, paşê ew dîsa hat desteserkirin û îro bi şertê kontrola edlî serbest hat berdan.
Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê biryar da divê Taştan di her hefteyê de du caran ji bo kontrola edlî biçe navendên ewlehiyê.
Dema Nejat Taştan cara pêşiyê hatî berdan biryar hatibû dayin ku divê ew di her hefteyê de sê caran biçe navendên ewlehiyê.
Parêzera Taştanî, Ezgî Şahin Yalvariciyê ji bianetê re got:
“Ez difikirim ku ji aliyê hiqûqî ve ti ferq di navbera Nejadî û desteserkiriyên dî de nîne. Ez hêvî dikim demildest ew bêne serbest berdan.”
Di 5ê Tîrmeha 2017ê de li Girava Mezin a Stenbolê, komek mafparêz ên ku ji bo perwerdeya ewlehiya dîjîtal kom bûbûn hatin desteserkirin.
Mafparêzên polîsan ew desteser kirîn ev in:
İdil Eser (Dîrektora Tirkiyeyê ya Rêxistina Navneteweyî ya Bexişînê), İlknur Üstün (Koalîsyona jinan), Nalan Erkem (Helsinki Yurttaşlık Derneği), Özlem Dalkıran (Komeleya Welatiyan a Helsînkîyê), Günal Kurşun (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Veli Acu (Komeleya Rojeva Mafên Mirovan), Nejat Taştan (Komeleya Çavdêriya li Mafên Wekhev), Şeyhmus Özbekli (Însiyatîfa Mafan), Ali Garawi (Dersdêrê mafên mirovan yê ji Swêdê), Peter Steudtner (Welatiyê Almanyayê, dersdêrê mafên mirovan)
(ÇT/MB)