Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Hîna jî zanyariyeke zelal nîne bê ka çend ajan di dema erdhejên 6ê Sibatê de di bin kavilan de mane, mirine yan jî li bendî rizgarkirinê ne.
Lê herêm erdhejê gelek kesan bi pez û dewaran û berhemên wan debara xwe dikirin û ji ber vê jî li gorî ajalparêz û komîsyonên mafên ajalan ên baroyan radigihînin, bi seda dewar di dema erdhejê de mirine.
Ji ber ku mirov ji herêmên erdhejê koç dikin, kêm kes hene ajalên li wir mane xwedî bikin.
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê û endama Komîsyona Mafên Ajalan a Baroya Îzmîrê Rojda Kûrûş bi nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuzê re axiviye. Kûrûş di 17ê Sibatê de çûbû navçeya Defneyê ya Hatayê û 3 rojan li wir mabû. Kûrûşê diyar kiriye ku kes behsa ajalan nake: " Di bin kavilan de bi hezaran ajal hene û hê jî sax in. Ji roja ku erdhej çêbûye heya niha tî û birçî ne û li benda rizgarkirinê ne. Niha bi qasî mirovan, ajal jî bandorê ji toz, dûman û asbesta li wir digirin. Niha bi deh hezaran ajal bi vê xetereyê re rû bi rû ne."
Kûrûşê destnîşan kiriye ku dewletê ne mirov ne jî ajal rizgar nekirine û rewşa heywanên li malan dihatin xwedîkirin nebaş e: "Bi taybetî Hatay, Semsûr û Mereş bi temamî vala bûne. Ev bajar piştî demekê dê bibin qadên înşeatê. Behsa gelek gazên jehrî tê kirin. Ev ji bo ajalan jî nebaş in. Ajalên li derdora înşeatan ji birçîna nemirin, dê ji ber makîneyên kar bimirin."
“Xebatên dilxwazan tene têr nakin”
Kûrûşê xwestiye ji bo ajalan şert û mercine baş bên çêkirin: "Xebatên dilxwazan tenê têr nakin. Divê şaredarî jî bixebitin û ajalan rizgar bikin û ji bo wan qadên starê çêbikin. Divê şaredarî bi rêk û pêk ajalan xwedî bikin û wan derzî bikin." (TY/FD)