Fotograf: Ömer Yasin Ergin - AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Navenda Mafên Ajalan a Baroya Amedê, aşkere kiriye ku pisîkên di bin kavilên avahiya Diyar Galeriayê de mane, hatine rizgarkirin.
Baroyê diyar kiriye ku bi rojan xebatên lêgerîn û rizgarkirinê hatine kirin û di encamê de 12 pisîk hatine rizgarkirin. Pisîkek jî li ser kavilan hatiye dîtin û hemû pisîk radestî xwediyên wan bûne.
Amed yek ji wan bajaran bû ku bandora erdhejên 6ê Sibatê li Mereşê pêk hatine, lê bûye. Li bajêr tevî hin avahiyên din bloka Byê ya avahiya Diyar Galeriayê jî rûxiyaye û 89 kes li vir miribûn.
Kesên di blokên A, C û Dyê diman, hatine derxistin lê 14 ajalên li jir diman, asê mabûn.
Ajal 16 rojan tî û birçî di bin kavilan de li bendî rizgarbûnê bûn. Di 22yê Sibatê de AFAD, Walîtiya Amedê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dest bi xebatên lêgerîn û rizgarkirinê kiribûn. Lê wînca ku li bendê bûn, digel hemû hewldanan nedihat ser kavilan.
Di encama hewldanên mafparêzan, parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û rêxistinên girseyî yên demokratîk de rayedarên AFADê dest bi xebatên rizgarkirina ajalan kiribû. (AÖ/FD)